Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezareta Xizînedarî ya Amerîkayê derheq çalakiyên terorîstî yên Îranê de hişdariyê dide

12:13 - 13 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Wezareta Xizînedarî ya Amerîkayê, ji navendên malî derheq gefên ku mumkin e pişka malî ya wan ji aliyê rejîma Îranê ve  bên dabînkirin, hişdariyan dide.

Li gorî raporta nûçegihaniya navneteweyî ya “Rouyters”ê Wezareta Xizînedarî ya Amerîkayê li ser vê baweriyê ye ku, Komara Îslamî ya Îranê ji riyên afirandina aloziyan bo kêmkirina givaşên dorpêçan li ser xwe, mifahê werdigire.

Her di vê pêwendiyê de, Wezareta Xizînedariya Amerîkayê, bi weşandina  pêşniyarekê, derheq çalakiyên ji nişkêve yên rejîma Îranê û gefên wê rejîmê, wê bertek hebe.

Ev pêşniyara ji 19 rûpelan pêk hatiye, ku îşare bi hin riyan dike, ku Tehran bi mifahwergirtin ji wan dixawze dorpêçên aborî dor lêde, û bi gendelî û mifahwergirtina şaş ji sîstema cîhanî,  derheq piştevanîkirin ji girûpên terorîstî, berfirehkirina bernameyên mûşekî yên xwe, binpêkirina mafê mirovan, yan jî merema piştevanîkirin ji Sûriyê heye.

Dewleta Amerîkayê dibêje ku, bankdar û rayedarên Komara Îslamî ji kompaniyên Sûriyê, belgeyên sexte çê kirine û hin çalakiyên din jî encam dane ji bo destpêragihîştina bo pere.

“Sigal Mandelker” cihigêra Wezareta Xizînedarî ya Amerîkayê, derheq berbirûbûna  terorîzmê û zanyariyên malî de dibêje ku: Ew pêşniyara pêk tê ji zanyariyên hûr û dirust derheq çalakiyên şaş yên Îranê, pêkhatî ji kompaniya Sûrî, belgeyên saxte, serafî, berpirsên hikûmetî û bazirganan, ku rûçikeke rewa hene,  ji bo destpêragihîştin bi pere, ji bo berdewamkirina çalakiyên xirabkarane.