“Elî Yûnisî” Wezîrê Berê yê Îtilaata rejîma Îranê yê serdemê Serokomariya “Mihemed Xatemî” di civînekê de bas kiriye ku hinek kes di navendên Îtilaat û ewlehiyên rejîmê de li ser vê bawerê ne ku dijberên rejîma Îranê dibe bi kêmtirîn xerc ji nav herin.
“Yûnisî” di wê civînê de bi eşkereyî gotiye: “Di nava Wezareta Îtilaatê de çend hizirek hebûn, yek ji wan eva bû ku dibe neyarên rejîma Îranê bi kêmtirîn xerc ji nav herin û niha jî di nava îdareya Îtilaatê de kesên wiha hene ku li ser wê bawerê ne ku ew kare nirxa wê kême û bê tirs e.”
Wezîrê Berê yê Îtilaata rejîma Îranê rexne li bîr û bawerên “Msbah Yezdî” girit û bi eşkere ew bi teorisyen û Îslamîzekirina terorên dijberên rejîma Îranê tohmetba kir.
Berpirsên rejîma Îranê li destpêka damezirandin wê rejîmê heya niha hemû kiryarên xwe yên terorîstî dixistine situyê hêzên tundajo, eva yekem car e ku berpirsekî îtilaata rejîma Îranê bas ji kuştina sîstimatîk a ciyabîrana ji aliyê navendên îtilaatî ve dike.
Piranaiya çalakvanên siyasî li ser sîstmatîkbûna kuştina cudabîr û neyarên rejîma Îranê ji aliyê navendên îtilaatê ve tekezî dikin, û ew li situyaê xwe derxistin û dixine stuyê kesên tundajo û eva jî bo xwe derbaskirin ji wan cinayetan e.
Çalakvanên siyasî li ser wê bawerê ne ku kesên tundajo netinê nehatine cezadan, belkî di astên bilind de pile û paye bi wan re hatiye danê.