Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezîrê berevanî yê Sûriyê reviya Turkiyê

20:24 - 5 Îlon 2013

Kurdistanmedia: Wezîrê Parastina Berê Elî Habîb Mehmûd ji rejîma Sûriyê ku nav lîsta reş a Amrîkayê de ye reviya û xwe paraste Turkiyê.


Nûçegihaniya “Rotêrz” bilav kir, Elî Habîb Mehmûd heta niha ne Arteşa Azad û ne naraziyên Sûriyê bi nav re nebûye û di vê pêwendiyê de Elbunî yek ji endamên berî yê yêkiniya Sûriyê ragiand, Elî Habîb şeva derbas bûyî tevî çend kesên din reviya Turkiyê.
Elî Habîb bo yehamê 3 salan wezîrê berevaniyê Sûriyê bûye û di destpêka pevçûnên Sûriyê ve haya niha paye bilintirîn karbideste ku li welatê Sûriyê de reviya û xwe paraste Turkiyê.
Îro pênçşemî berwara 5’ê Îlona 2013’an, berpirsên 20 welatên Cîhanê “G20” li welatê Rûsiyê kom dibin û dawîn helwêsta welatê Rojava pêwendî bi êrîş bo ser Sûriyê re dê gengeşe bikin.
Di perawêza pirsa Sûriyê de komek tûştên din weke bankan, dana maliyat û pirsgirigên abûriyê Cîhanê tê ber bas.
Rûsye yek ji wan welatane ye ku hêşte rizamendiya xwe di poêwendî bi êrîşa leşkerî bo ser Sûriyê dernebiriye.