Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezîrê derve yê Lubnanê: Rejîma Îranê, maytê kirin li karubarê hundirî Lubnanê dike

20:59 - 13 Adar 2014

Kurdistanmedia: Wezîrê derve yê Lubnanê li lêkdanekê de ragihand ku rejîma Îslamî ya Îranê li karubarê hundirî welatên deverê û bi taybet welatê Lubnanê desttêwerdan dike.

Nûçegihaniya Al neshre bilav kir, wezîrê derve yê Lubnanê li konderansa wezîrên derveyî welatên Erebî gotiye: Rejîma Îranê bi awayeke berbilav û hemelayane maytê kirin li karubarê welatê Lubnanê dike.

Herwiha wezîrê han ewa jî got: Rejîma Îranê pitir ji sê dehike ku li karubarê hundirî welatên herêmê desttêwerdan dike.

Navbirî maytê kirina rejîma Îranê li karubarê welatên herêmê bo rûerûbûna rejîma Îranê tevî tengeşegelekî mezin gerandiye û rejîma Îranê bo rûderûbûn ligel ew tengejane, givaş û têkderiyê di hundirî welatan de heya asta şoreşek girîngî didê.

Rejîma Îranê bi berdewamî ji aliyê welatên erebî ve bi maytê kirin li karubarê hundirî welatan tê tawanbar kirin.

Di vê pêwendiyê de serdozgerê Behrênê di konferansa rojnamevanî de, ragihand: Bekrên teqînên bajarê Menname paytextê welatê Behrênê ku sê kerbidestên leşkerî hatin kuştin, li Lubnan, Îranê û Îraqê perwerda nizamî dîtin e.