Rejîma Îranê yek ji wan mijaran bû ku Wezîrê Derve yên çend welatên Ewropayê digel Wezîrê Derve yê Amerîkayê di kombûna xwe de, gengeşe li ser kirin.
Roja Sêşemî 23ê Adarê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê “Antony Blinken” li tenişt civîna Wezîrê Derve yên welatên endam li hevpeymaniya “Atlantîka Bakur” an ku “NATO”ê, bo cara yekem bi awayê rû bi rû digel Wezîrê Derve yên welatên Ewrûpayê hevtînin pêk anî û yek ji wan hevdîtinan de, digel Wezîrên Derve yê “Firansa, Alman û Birîtaniya”yê îşare bi mijara Îranê jî kirin.
“Antony Blinken” roja Sêşemî 23ê Adarê, li ser rûpela xwe ya tora civakî ya “Twitter”ê nîvîsandiye: “Hevdîtineke bi wec digel Wezîrê Derve yê Feransayê “Jean-Yves Le Drian” û Wezîrê Derve yê Birîtaniyayê, “Dominic Raab” û herwisa Wezîrê Derve yê Almaniyayê “Heiko Maas” pêk anîne û di wê hevdîtinê de, li derheq Îran, Rûsiye, Çîn û pirsên din yên girîng, gengeşe kirine.
Tevî ku zaniariyên hûr yên vê hevdîtinê li derheq rejîma Îranê nehatine ragihandin lê, Wezîrê Derve yê Birîtaniyayê “Dominic Raab” li ser rûpela xwe a “Twitter”ê nivîsandiye: “Birîtaniya, Amerîka, Feranse û Almaniya ji hewlên cihgîrkirina aştî li welatê Yemenê heta rêgirîkirin ji guhirîna Komara Îslamî ya Îranê bi bûn bi hêzeke navkî, piştevaniyê ji hev dikin.