Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezîrê Hundir yê rejîma Îranê di kuştina xelkê li sala 1398an rol hebûye

11:29 - 8 Nîsan 2021

Binav nûnerek meclîsa rejîma Îranê îtiraf kiriye ku, Wezîrê Hundir yê rejîma Îranê li xwenîşandanên nerizayetî li sala 1398an de rol hebûye û destê wî bi xwîna xelkê Îranê sor bûye.

Roja Çarşemî 7ê Nîsanê, binav nûnerê xelkê “Tewrêz”ê li meclîsa rejîma Îranê, “Ehmed Elîrizabêygî” di cîvîna meclîsa rejîmê de îtiraf kir ku, “Wezîrê Hundir yê rejîma Îranê, “Ebdulriza Rehmanî Fezlî” di kuştina xelkê di xwenîşandanên sala 1398an de, rol hebûye û destê wî bi xwîna xelkî Îranê sor bûye”.

Di xwenîşandanên nerîzayetî yên di sala 1398an de, rejîma Îranê bi hovanetirîn awayî xelk serkut kir; Pêka hin zaniyariyan zêdetir ji 1500 kesan hatine kuştin û bi hezaran kes hatine binçavkirin ku qedera hin ji wan kesan hêj rohn nebûye.

“Ebdulriza Rehmanî Fezlî”, di dema xwenîşandanan de, Wezîrê Hundîr, Cihgirê Fermandeyê Giştî li hêza întizamî û Serokê Şêwraya Ewlehiya Îranê bû û herwisa berpirsê bernameya bilindkirina nirxa benzîn û serokê şêwrayekê bû ku biryara qutkirina înternetê dabû.

Serkuta hovane ya rejîma Îranê di sala 1398an de, yek ji kiryarên xwînavî yên rejîma Îranê bû ku di hin cihên wekî parêzgeha Xûzistanê de bi çekên giran êrîşî li ser xelkê kiribûn û çendîn trajêdiyên mirovî afirandibûn.