Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezîrê pêywendiyên Îranê: Googel Îrsa Îslamî tê çêkirin

16:47 - 9 Nîsan 2013

Kurdistanmedia: Wezîreta pêywendî û zanyarî ya rejîma Îranê ragehand, bi wan zûyane “Googel Îrsa Îslam” tê çêkirin.

Mihemed Hesen Namî bi nûçegehaniya “Mêhr” ragehand, bi hiceta birna ser a pileya ewlahî kirina welatên Îslamî ew teknulojiye heya 4 mehên din tê çêkirin.

Karbidestê han di demekê de bas li parastina ewlehîkirina welatên Îslamî dike ku beşek berçav ji wan welatane li gel rejîma Îslamiya Îranê astengî heye û dikarîn div ê pêywendiyê de amaje bi welatê Erebistan, Kuyît û Yemen bikeyîn.

Karnasê vê bare li ser vê bawerê ne rejîma Îran çêkirina wî pirojeyê dixwaze destwerdana pitir li nav karubarê welatên cînar bike.

Her di vê pêywendiyê de çend roj berî niha dezgeha daweriya welatê Behrênê kesek bi sûça sîxorî bo sipaha pasdaran a rejîma Îslamiya Îranê bi 10 sal girtin mehkum kiribû.

Karbidestên Behrênê bi berdewamî rejîma Îranê bi çêkirina naamamî li wî welatî de tawanbar dike.

Ji aliyek din ve welatê Erebistanê jî pitir ji 15 kes bi tawana sîxorî bo Îttlata Îranê û Hizbulaha Lubnanê siza dabû.