Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezîrên Derve yên Amerîka û Almaniyayê li ser hewcehiya hevkarîkirina li derheq Îranê danûstandin kirin

13:13 - 5 Gulan 2021

“Antony Blinken” Wezîrê Derve yê Amerîka bi rêya belavkirina çend “Twitt”an bas ji danûstandina xwe digel berpirsên Ewropayê bi awayekî berfireh li ser mijarên cida ên wekî Îranê kir.

Roja Sêşemî 4ê Gulanê, “Antony Blinken” Wezîrê derve yê Amerîka ku bo kombûna 7 welatên pêşkevtî li warê pîşeyî de yên bi navê “Girûpa 7” li bajarê “Lenden”ê civiyabûn, bi rêya “Twitt”ekê daye zanîn ku digel “Josep Borrell” berpirsê Siyaseta Derve yê Ewrûpayê û herwisa “Heiko Maas” Wezîrê Derve yê Almaniyayê, hevdîtin kiriye û li derheq Çîn, Îran, Rûsiye û girîngiya hevkarî li navbera Amerîka û Yekîtiya Ewropa de bi awayekî berfireh ji pirs û pirsgirêkan gotûbêj kiriye.

Herwisa “Antony Blinken” Wezîrê Derve yê Amerîka tevî îşarekirin bi danûstandina xwe digel Wezîrê Derve yê Alman, hewcehiya çêkirina hevpeymanekê bona rûberêbûn digel pirsgirêkên hevpar, binav kir.

Herwisa “Antony Blinken” ragihand ku ev di benda rûniştina Amerîka digel Yekîtiya Ewropayê li meha bê de ye.