Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wilayetî 38 berpirsayetî hene, nizane dev ji kîjanî berde

13:50 - 28 Kanûna pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Elîekber Wilayetî niha di nav rejîmê de 38 berpirsayetî hene, û niha ku daxwaza dest ji kar kêşanê jê tê kirin, nizane dest ji kîjan şuxlî berde!

Piştî vê ku pênc kes ji cihgir û birêveberên zanîngeha “Ilûm û tehqîqat”ê, li pey wergeriyana  utubusa hilgirê xwendekaran,dev ji kar berdan, hejmarek ji kesayetiyên siyasî û karberên torên civakî jî bi awayê rasterast yan nerasterast daxwaza li ser kar vêdeçûna ElîEkber Wilayetî kirine ku serokê Heyeta Umena û Heyeta Avaker a Zanîngeha Azad e, û li gora hinek zanyariyan li ser hev 38 berpirsayteiyên wî hene.

Di encama wergeriyana  utubusa hilgirê xwendekaran di roja 4`ê Befranbarê de, heya niha deh kes hatine kuştin, û 25 kesên din jî birîndar bûne, ku halê hindek ji wan gellekî xirab e.

Piştî lêkolînan derket ku ajotvanê trombêlê testa fenî û karta silametê wernegrtiye.

Nûnerên meclisa rejîmê yê bajarê Zabilê jî ragehandiye ku li gor gotina birîndarekî, bîstekê berî wergeriyana utubusê, ajotvan ragehandiye ku utubusê tormoz (stop) birîne, û bi vê sedemê jî gellek ji rêwiyan (musafiran) xwe dabûne aliyê piştê ê utubusê.

Muhsin Rizayî ku niha birêveberê Konseya Diyarîkirina Berjewendiyên Nizamê ye, ragehandiye ku bêxembûna li hember mal û canê xelkê, paşmayiya  çanda şahenşahî ye, û hestnekirina bi berpirsayetiyê gellek xisar gehandine îdarekirina welat. Helbet Musin Rizayî negot ku ew bixwe jî berpirs e li hemberî cane hezaran kesî, ku bêguneh di çeperên şer de hatin kuştin.

Musin Kewakibiyan nûnerekî din ê rejîmê di meclisê de ragehandiye ku hekî berpirs li ser kar jî vêde naçin, aliyê kêm bila daxwazeke lêborînê bikin.

Mihemed Riza Bahuner endamê Konseya Diyarîkirina Berjewendiyên Nizamê jî ragehand ku dibe Dezgeha Dadweriyê vê rûdawê zêdetir lêkolîn bike.

Perwane Selehşûr jî endama Komîsyona Ferhengî ya Meclisê daxwaza vêdeçûna berpirsên payebilind ên Zanîngeha AZAD ya Îslamî kiriye.

  Li torên civakî de jî êrîşî ser Wilayetî hatiye kirin û bi heşteka “Wilayetî Isti`ifa” bi tundî Wilayetî hatiye rexnekirin, û daxwaz ji Wilayetî kirine ku bo xelkê Îranê zelal bike ku ew hemû perê Zanîngeha Azad ji kuderê tê xerckirin, ku utubusên wê dibe kevn û jikarketî bin.

Karbereke torên civakî bi nawê Riza Behramî nivîsandiye ku, ew kesên ku pêştir nedikarîn nanewayiyekê bi rê ve bibin, niha di temenê 73 saliyê de 38 berpirsayetî û şuxil pê hatine dan, gelo dema kesek weha 38 berpirsayetî hebin çawa utubus wernagere.

Karberekî din bi navê Hemîd nivîsandiye, dema ku tu heşteka “Wilayetî Isi`ifa” lê didî, ew rebenê Xwedê nizane ku dest ji kîjan şuxlê xwe bikêşe, jiber ku wî 38 şuxl û berpirsayetî hene.