Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xebatkarên Demokrat li bajarê Mehabadê çalakiyên tebilîxî lidar xistin

13:41 - 21 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ, li bajarê Mehabadê, bi boneya bi terorîst nasandina Spaha Pasdaran a rejîma Îranê, çalakiyên tebilîxî lidar xistin.

Şeva Înê 30`ê Xakelêweyê, endam û alîgirên PDKÎ, li bajarê Mehabadê, bi boneya piştevanîkirin li Partiya Demokrat, li biryara bi terorîst nasandina Spaha Pasdaran a rejîma Îranê, ji aliyê Amerîkayê ve, çalakiyên berfireh yên tebilîxî  birêve birin.

Xebatkarên Demokrat li bajarê Mehabadê, bi belavkirina tirakt û postêrên taybet yên derheq bi terorîst nasandina Spaha Pasdaran a rejîma Îranê, li cihên wekî: Sêriya Şîlanan, Eshabeya Spî, Meydançiya Hesenzade, şeqama Perestar, Mirîşorî, şeqama gurmk, Baxçeya Mika`îl, mizgevta Bidax Sultan û mizgevta Umer Faroq, çalakiyên tebilîxî lidar xistin.

Piştî vê ku Welatên Yekbûyê yên Amerîkayî, Spaha Pasdaran a rejîma Îslamî a Îranê, bi fermî wekî saziyeke terorîstî da naskirin, PDKÎ jî piştevanîiya xwe ji vê biryarê nîşan da, û ji aliyê xelkê azadîxwaz yên Kurdistanê ve rûbirûyê pêşwaziya bêmînak hat.