Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê bajarê Bexdayê wêneyên dalqandî yên rêberê rejîma Îranê di wî bajarî de anîne xwarê

12:34 - 7 Gulan 2021

Xelkê bajarê Bexdayê li derheq daliqandina wêneyên “Xamneyî, Qasim Silêmanî û Xumeynî” li wî bajarî nerizayetî nîşan dan û ew wêne bi fermana “Kazimî” hatine xwarê.

Pêka nûçeyên ku hatine belavkirin, roja Çarşemî girûpek nenaskirî li bajarê Bexdayê wêneyên karbidest û rêberên rejîma Îranê yên wekî “Xamneyî, Qasim Silêmanî û Xumeynî” daliqandin û ew kare nerizayetiya xelkê bajarê Bexdayê li pey xwe anî û xelkê gotiye ku ew kare dide xuya ku hikûmeta Îraqê li derheq girûpên çekdar yên girêdayê rejîma Îranê lawaz e.

Di vê derheqê de “Mistefa Kazimî” Serokwezîrê Îraqê fermana anîna xwarê ya wan wêneyan di wî bajarî de da û piştî nemana wan wêneyan xelkê dest kir bi şahî û xweşî.