Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê bajarê Qûşçî û xelkê gundê Qolincî bi hev re xwenîşandanên nerizayetiyê lidar xistin

12:04 - 25 Hezîran 2020

Xelkê bajarê “Qûşçî” û xelkê gundê “Qolincî” a ser bi Urmiyê, li ser kêşana boriya ava wan ya vexwarinê, bo padigana Arteşa Îranê ya bi navê “Abşnasan”ê, dest bi xwenîşandana nerizayetiyê kirine.

Roja Çarşemî, 24ê Hezîranê, xelkê bajarê “Qûşçî” û xelkê “gund”ê Qolincî derheq kêşana boriya ava padigana “Abşnasan” a Arteşa rejîma Îranê, ku bi bê berçavgirtina kêmbûna ava wî gund û bajarî, dest bi xwenîşandanan kirine û li ber deriyê bexşdariya “Enzel”ê kombûna nerizayetiyê lidar xistin û rêpîwanek bona birîna boriya ava padiganê bi rê ve birin.

Herwisa wî xelkê nerazî li cihên ku kanal bo kêşana wan boriyan kolabûn, bi destên xwe ew kanal bi axê pir kirin û Pêşnimêj û Serokê Şwreya bajarê Qûşçiyê jî digel wan xwenîşanderan bûn.

Wan xelkê nerazî, cihê sereke ya boriya ava padigana “Abşnasan”ê qut kirin.

Rejîma Îranê bi bê berçavgirtina ava hewce ya vexwarina xelkê, bo binke û bargehên xwe boriyên avê dikişîne û hewcehiya xelkê bi wê avê bo rejîmê ti giringiyek tinîne.