
Kurdistanmedia: Xelkê bajarê Sine bi danîna gul û hilkirina moman, digel malbatên qurbaniyên êrîşa mûşekî a Spaha Pasdaran a terorîst a bo ser balafira rêwiyên Tehran û Ukraynê, havderdiyên xwe nîşan dan.
Roja Şemî, 21`ê Befranbarê, xelkê bajarê Sine li meydana “Goze Be Şan” a ser bi wî bajarî, bi danîna gul û hilkirina moman, digel malbatên qurbaniyên êrîşa mûşekî a Spaha Pasdaran a terorîst bo ser balafira rêwinberî ya Tehran-Ukrayn, hevxemiyên xwe nîşan dan.
Dr. “Arwîn Mûreteb”, derçûyê qonaxa duktora li zanîngeha têknolojî a “Kebik” û endazyarê şîrketa “Îton Kanada” digel hevjîna xwe Dr. “Ayda Ferzane”, derçû û mamosteya zanîngeha Kebik li Kanadayê, ku xelkê bajarê Sineyê bûn, di êrîşa mûşekî de canê xwe ji dest dan.
Xelkê bajarê Sine di peyamekî de nivîsîne: “Bi danîna gul û hilkirina moman ,em hevxemiya xwe digel malbatên qurbaniyan nîşan didin.
Roja Çarşemî, 18`ê Befranbarê, balafira Boîng 737, ser bi hêla esmanî a Ukrayn, piştî bicîhêlana balafirxaneya Xumeynî di Tehranê de, piştî demek dûrketin li balafirxaneyê, ji aliyê mûşekên Spaha Pasdaran a terorîst ve kete xwarê, û her bi vê sedemê jî 176 kes canê xwe ji dest dan, ku 12 kes ji wan Kurd bûn.