Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê agir bi peykerên Qasim Silmanî berdidin

17:18 - 7 Kanûna Paşîn 2022

Agirbedan bi peykerên “Qasim Silêmanî” li meydanên bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, kerbê berpirsên rejîmê li pey xwe aniye.

Li berteka agirberadan bi peykerên “Qasim Simlêmanî” li meydana “Qemerê Benî Haşim” a bajarê “Şehrê Kurd” li parêgeha Çarmihal û Bextiyariyê, nûnerê “Weliyê Feqîh” di wê parêzgehê de, ew kar bi cinayet binav kir.

Qasim Silêmanî ku navûdengê xwe bi afirandina fitneyan li Rojhilata Navîn û destêverdan di karûbarên navxweyê welatên cîran û piştevanîkirina malî li girûpên terorîstî yên deverê bi dest xistibû, lê xelkê Îranê bi çavê kesek dujmin ku li dijî qazancên xelkê Îranê mêzeyî wî terorîstî dikin.

Rejîma Îranê dixwest bi danîna peykerên “Qasim Silêmanî” yê terorîst li meydanên bajaran li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, wî terorîstî wek kesayetiyek baş bi xelkê bidin nasandin, lê xelkê bi şewitandina peykerên “Qasim Silêmanî” di meydanên bajaran de ew pîlana rejîmê pûç kirin.

Di roja Çarşemî 15ê Befranbarê de berpirsên bajarê “Şehrê Kurd” li parêzgeha “Çarmihal û Bextiyarî”yê, li meydana “Qemerê Benî Haşim” a wî bajarî, perde li ser peykerê “Qasim Silêmanî” hilgirtibûn, lê piştî çend demjimêran, xelkê wî bajarî agir bi wî peykerê berdabûn û ew şewitandibûn.