Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê bajarên Şino û Pîranşarê li derheq ava vexwarinê nerazîtî nîşan dane

13:41 - 29 Nîsan 2021

ava vexwarina taxa Emîrabad a bajarê Şinoyê gemar e û xelk bi zehmetiyan dikarin mifahê jê werbigrin.

Xelkê wê taxê çendîn caran daxwaz ji karbidestên pêwendîdar kirine ku pirsgirêka ava wan çareser bikin, lê heta niha berpirsan bersiva wan nedane.

Herwisa di vê derheqê de, li taxa “Beharistan” a bajarê “Pîranşar”ê, xelkê nerizayetiya xwe li derheq çaresernekirina pirsgirêka ava vexwarinê nîşan dane.

Welatiyan basa vê yekê kirine ku em xelkê taxa “Beharistan” me bi berdewamî pirsgirêka avê heye û heta niha bo me rohn nebûye ku ava wê taxê ser bi bajarê Pîranşarê ye, an ser bi gundê Şînavê ye.

Hevdem welatiyan gotine: “Bo me rohn nîne ku dibe dêhyarî pirsgirêka ava me çareser bike an bajarvanî dibe wê çareser bike”.