Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê bê hêvî ji xizmetkariya rejîmê bi xwe rêya gundê xwe nûjen kirin

12:29 - 19 Îlon 2020

Xelkê gundê “Gêsiyan” li devera “Mirgewer”, be neçarî her bixwe çalên nava rêya gundê xwe nûjen kirin û rejîma Îranê ti bernameyek bona pirkirina wan çalan û nûjenkirina wê rêyê tinîne.

Xelkê gundê “Gêsiyan” a dervera “Mirgewer” a girêdayê bajarê Urmiyê, bi alîkariya hev, dest bi pirkirina çalên rêya gundê xwe kirin ku rêya bingehîn a çendîn gundan û herwisa rêya serekî ya geştyarî bo deverên çiyayî wekî “Dalamper, Bozê Sîna û sûlav a Sûledûkel”ê ye.

Rejîma Îranê pirsgirêkên wê deverê piştguh avêtine û heya niha ti bernameyek bo nûjenkirina wan rêyan tinîne.

Pêka gotina xelkê wî gundî, rêya serekî ya gund bi giştî xirab bûye û hatûçû di wê rêya geştiyariyê de pir zehmet e û bo geştiyaran jî çendîn pirsgirêk afirandiye.

Xelkê gundê “Gêsiyan”ê tevî nerazîbûn ji xemsariya berpirsên Rê û Rêgaban, Bexşdarî û Parêzgariyê, daxwaz ji wan kiribûn ku bona çareserkirina wê pirsgirêkê hewlê bidin, lê heya niha ew daxwaza wan bê bersiv maye.

Devera Mirgewer yek ji deverên geştiyarî yên parêzgeha Urmiyê di Rojhilatê Kurdistanê de ye ku surûştekî xweşik û xelkekî mêvanperwer heye ku bi hejarî dijîn.