Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê çendîn bajarên parêzgeha Xuzistanê kombûnên nerizayetî lidar xistin

13:18 - 7 Gulan 2022

Di çendîn bajarên parêzgeha Xuzistanê bi taybet bajarê Îzeyê de bi sedema gendeliya berpirsan, bilindbûna nirxa hewcehiyan û destnekevtina beşek zêde ji xwarinan, kombûnên nerizayetî hatine lidarxistin.

Pêka girte vîdiyoyên belavbûyî li ser torên civakî, li bajarê Îze û Sûsengirdê û çendîn bajarên din ên girêdayî parêzgeha Xuzistanê, bi sedema gendelî û neşiyana berpirsan li çareserkirtina pirsgirêkan û herwisa bi sedema destnekevtina beşek zêde ji xwarinên wekî nan, rûn û şeker, kombûnên nerizayetî hatine lidarxistin.

Pêka gotina beşek ji ragihandinên ne-fermî, interneta telefonan li vê parêzgehê qut bûne û di hin cihan de bi qasekî lezgîniya vê daketiye ku bi kar nayê.

Bilindbûna çendqatî ya nirxa xwarinan, kêmbûna dahat, destnekevtina beşek zêde ji hewcehiyan û tepeseriya xelkê ji aliyê rejîma Îranê ve, piraniya xelkê tûşî kirêzek bê mînak kiriye û roj bi roj jiyan bo xelkê dijwartiur dibe.