Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê devera Soma û Biradost ji rewşa gazoîl û benzînê nerazî ne

12:11 - 17 Çirriya paşîn 2020

Bi sedema kêmbûna gazoîl, ajotvanên traktoran nikarin karên werzêriyê li dema hewce bi dawî bînin û werzêr rastî pirsgirêkan hatine û daxistina zû ya pompebenzîna “Sêro” bo welatian bûye pirsgirêk.

Pêka çavkaniyên xwecihî, karên werzêrî li dervera “Soma û Biradost” a girêdayê bajarê Urmiyê rawestiyaye û sedema wê pirsgirêkê, kêmbûna gazoîl bona trakorên werzêran e; Di heyamê çandiniyê de dibe teraktor gazoîla hewce hebe ku werzêr li dema hewce çandinkariyê bike, lê kêmbûna gazoîl û rawestandin li sefên dirêj bona vergirtina qasek ji gazoîlê, di wê dema teng ya çandiniyê de derbeke giran bo werzêrên demsala Payîzî ye û karê werzêran radiweste.

Herwisa welatî li devera “Soma û Biradost” ji daxistina zû ya pompebenzîna “Sêro” nerazî ne û gotine ku hekî di demên şevan de hewcehiya lezgîn a benzînê hebin dibe li kîderê wê benzînê dabîn bikin.

Pêka gotinên xelkê deverê, pompebenzîna “Sêro” berê ji demjimêr 10ê şevê tê daxistin.

Pompebenzîna Sêro li 1 kîlometriya gumrika Sêro û cihê serekî ya devera Soma û Biradost e.