Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê Ehwazê bi sedema vexwarina ava pîs, rastî nexwexiyê hatin

18:11 - 11 Kanûna Paşîn 2021

Tevlihevbûna ava pîs digel ava vexwarina xelkê bajarê Ehwazê, ew rastî nexweşiya metirsîdar a “Hepatitis A” kirine ku cora herî metirsîdar ya “Hêpatît” ê ye.

Roja Dûşemî, 11ê kanûna Paşîn, Serokê Komîsiyona “Lêkolîn, Çavdêrî û lêpirsîn” a şêwaraya bajarê Ehwazê, “Mihemedriza Îzedî”, ragihand: “Navenda tenduristiyê bi caran ragihandibû ku xelk tûşî nexweşiya “Hêpatît A” bûne ku bi wateya tevlihevbûna ava destavan digel ava vexwarinê ye”.

Navbirî tevî îşarekirin bi nebûna sîstema averoyê li bajarê Ehwazê ragihand: “Li 6 - 7 dehikên berê, ava nav bajar bi rêya sîstema averoyê ji bajar dihate derxistin, lê bi sedema xitimîna wan averoyan û ranedana wan ji aliyê şirketa “Av û averoyê” û bajarvaniyê ve, niha ava averoyê kar nakin .

Herwisa navbirî daye zanîn ku sîstema berê ya averoyê bo bajaraekî 500 hezar kesî bû, lê niha bajarê Ehwazê de  milyonek û 250 hezar kes dijîn.

Girîng nebûna can û pirsgirêkên jiyana xelkê Ehwazê bo berpirsan, bû sedem ku xelkê wî bajarî rastî nexweşiya metirsîdar a “Hepatitis A” bibin; Li sala 2010an de bi sedema wê nexwşiyê 102 hezar kesî di cîhanê de canê xwe ji dest dabûn.