Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê gundê “Nenas” li devera “Dol”ê rê nedan ku Spaha Pasdaran binkeyê leşkrî li vî gundî ava bike

12:43 - 2 Hezîran 2022

Spaha Pasdaran a terorîst tevî gefxwarin li xelkê gundê “Nenas” ê girêdayî devera “Dol”a bajarê Urmiyê, hewla avedankirina binkeyek li vî gundî daye, lê xelkê gund li hember wan sekinîne û rê nedane.

Xelkê gundê “Nenas”ê tevî vê ku li hember hêzên rejîmê rawestane, rê nedan ku binkeya Spahê di vî gundî de bê avakirin.

Spaha Pasdaran sala derbasbûyî bi gefxwarin li xelkê daxwaza firotina erdê bi Spaha Pasdaran re kiribû, lê xelkê tevî guhnedan bi gefên Spaha Pasdaran, erdê xwe bi Spaha Pasdaran re nefirotine.

Spaha Pasdaran neçar ma ku binkeya xwe ya kevin a dûr ji vî gundî ava bike.

Spaha Pasdaran di hewlê de ye ku binkeyên xwe li nav gundan de avedan bike û wê binkeyê wekî navendek bo sîxurîkirin li ser xelkê bikar bîne û hewla rakêşana xelkê bo aliyê xwe dide.