
Piştî derbasbûna 6 rojan e li ser qutbûna ava gundê “Welinde”yê li nêzî bajarê “Urmiyê”, hîn jî ava vexwarinê bo wî gundî nehatiye dabînkirin û xelk neçar mane bi debeyan li cihên din ava vexwarinê bo xwe dabîn bikin.
Qutbûna ava gundê “Welinde” yê girêdayî bajarê “Urmiyê” bûye pirsgirêkek gelek micid û xelkê wî gundî bo dabînkirina ava hewce bo malên xwe weke, ava vexwarin û şuştinê rastî pirsgirêkan hatine û tevî agehdarbûna berpirsên peywendîdar ên rejîmê, ti pêngavek bona çareserkirina vê pirsgirêk han nehatine avêtin.
Gundê “Welinde” xwedî heşîmeteke zêde ye û di navbera bajarê “Nazî” û bajarê “Urmiyê” de hilheftî ye û heyama 6 rojan e ku, di vê germahiya demsala Buharê de ava gund qut bûye û xelk rastî pirsgirêkên gelek micid hatine û gefa nexweşkevtina xelkê wî gundî bi sedema nebûna avê û germbûna hewayê gelek zêde bûye.