Kirîza aboriya Îranê bûye sedema ku xelkê Îranê nekarin beşek zêde ji xwarinan bikirin û neçar dimînin bi qist an qer wan hewcehiyan dabîn bikin.
Kompaniyek a çêkirina Şirîniyan li bajarê “Sawê” bi berçavgirtina wê yekê ku xelkê pereyê kirina şîrîniyan tinînin û herwisa neçar in bo Newrozê beşek ji hewcihiyan jî dabîn bikin, firotina Şirîniyên xwe kiriye qistî û bi qista çar mehan bi hevwelatiyan re difiroşe.
Pêka amarên rejîma Îranê, di destpêka meha Rêbendana Îsal de nirxê şirîniyan %60 bilindtir bûye û xelkê hejar îdî şiyana kirîna wan şîrîniyan tinînin.
Bo birêvebirina ceşin û resma Newrozê hewcehî bi kelûpelên wekî mêwe, şîrînî û çerezatan heye ku divê bikirin lê bi bilindbûna nirxan, enfilasyon, bêkariyê û hejariya dijwar a xelkê, ku berhema desthilta rejîma Îslamiya Îranê ye, beşa herî zêde ya xelkê Îranê nikarin wan hewcehiyan dabîn bikin.