Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê Îranê bo firotina gurçikên xwe ber bi welatên din ve diçin

12:15 - 15 Kanûna Paşîn 2022

Xelkê Îranê bo firotina gurçikên xwe bi nirxek zêdetir û wergirtina Dolaran ber bi welatê Îraqê ve diçin û di wî welatî de gurçikên xwe difroşin.

Pêka nûçeyên belavbûyî parek zêde ji xelkê Îranê bi sedema krîzên aborî, kêmdahatî û hejariyê neçar in beşek ji endamê leşên xwe wekî gurçikan bifiroşin û di niha de eva bûye diyardeyek zêde û berçav di nava civaka Îranê de.

Di vê derheqê de Serokê Encûmena Piştevanî ji Nesaxên Gurçikan li parêzgeha Kirmaşanê “Husên Bîglerî” gotiye: “Beşek ji xelkê Îranê bo firotina gurçikên xwe bi nirxek zêdetir û wergirtina Dolaran ber bi welatê Îraqê ve diçin û di wî welatî de gurçikên xwe difroşin û Dolarên werdigirin.”

Herwisa basa vê yekê jî kiriye ku di bajarên mezin yên Îranê de wekî bajarê “Tehranê” nirxa kirîna gurçikan girantir ji bajarên dinê ye, lewma beşek zêde ji wan kesan bo firotina gurçikên xwe ber wî bajarî ve diçin.

Îran yek ji wan welatane ye ku firotina endamê leşê mirovan rê pê hatiye dan, lê di piraniya welatên cîhanê de eva karek neyasayî ye û di warê zanistî û pizîşkî de jî hatiye qedexekirin.