Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê Kirmaşanê tevî milîtarîzebûna bajar bo piştevanîkirin ji xelkê El-Ehwazê xwenîşandan lidar xistin

13:32 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2021

Piştî derbasbûna 13 rojan ji xwenîşandanên nerizayetî li parêzgeha “El-Ehwaz”ê bajarê Kirmaşanê jî digel bajarên din bo piştevanîkirin ji xwenîşandanên xelkê “El-Ehwaz” xwenîşandan lidar xistin.

Xelkê bajarê Kirmaşanê tevî militarîzekirina bajar ji alityê hêzên ewlehî ve, bo piştevanîkirin ji narizayetiyên “El-Ehwaz” û bajarên din, çûne ser şeqaman û xwenîşandan bi rê ve birin.

Ji aliyê hêzên rejîmê ve bi awayê rasterast teqe li xelkê xwenîşander kirine.

Herwisa li bajarê “Kerec”ê jî xelk hatine ser şeqaman û bi silogana “Merg bo Dîktator” û “Ji Kerecê heta Xûzistanê yekgirtin yekgirtin” piştevanî ji xwenîşandanên xelkê “El-Ehwaz”ê kirin.