Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê ku xaniyên wan ji aliyê şaredariya Kirmaşanê ve hatibûne hirifandinê niha di xîvetan de dijîn

13:02 - 7 Hezîran 2020

Bajarvaniya bajarê Kirmaşanê di şehreka “Fedek” a bajarê Kirmaşanê de, hindek ji avahî û xaniyên xelkê hirifandin û niha ew xelk bi neçarî di xîvetan de dijîn.

Şaredariya bajarê Kirmaşanê, di şehreka “Fedek” ku yek ji şehrekên perawêzxistî a xelkê hejar di rojavaya bajarê Kirmaşanê ye, dest bi hirifandina hindek ji xanî û avahiyên xelkê kirine.

Şaredariya Kirmaşanê, avakirina wan avahî û xaniyan bi neyasayî daye zanîn û di halekê de ku xelkê wir ew erd ji “Saziya Ewqaf û Karûbarên Xêrat”ê kirîne û hindek ji xelkê Şehreka “Fedek” ku li tenîşta goristanekê de ne rastî wê kawilkariya şaredariyê hatibûn û malên wan bi serê wan de hirifandibûn ku niha di cihê wan 7 xanî û avahiyên hirifandî de di çadiran de dijîn.

Piştî derbasbûma 3 heftiyan, hêj 7 malbatên wê şehrekê di rewşeke dijwar de dijin û herwisa “Asiye Penahî” a 55 salî ku pêka hindek ji zaniyariyan bi hegera hilmîjîna gaza bîberê, an bi hegera kûtan û lêdana karbidestên şaredariyê, canê xwe ji dest dabû.