Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê Kurdistanê bi boneya kûştina Qasim Silêmanî kêfxweşiyên xwe nîşan dan

17:20 - 4 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: Xelkê Rojhilatê Kurdistanê piştî belavbûna nûçeya kuştina pasdar Qasim Silêmanî yê terorîst ji aliyê Amerîkayê ve, kêfxweşiyên xwe nîşan dan.

Pêka nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Înê, 13`ê Befranbarê, xelkê bajarê Baneyê, bi boneya kuştina Qasim Silêmanî, fermandê Spaha Quds a girêdayê Spaha Pasdarana terorîst a rejîma Îranê, ji aliyên hêzên Amerîkayê ve, di pasajên “Beheşt, Şukrî, Aftab a Direxşan, Gulistan, Arbaba, Xeyam û nûr” de, Noql û Şîrînî belav kirine û kêfxwşiyên xwe nîşan dane.

Herwsa bi wê boneyê, piştî nîvro a wê rojê, xelkê Baneyê, ji bajar derketin û dest bi cejin û kêfxweşiyê kirin.

Herwisa xelkê bajarên din yên Kurdistanê bi boneya kuştina wî terorîstê rejîmê, şîrînî belav kirin.

Xelkê Rojhilatê Kurdistanê ji kuştina wî terorîstî ji aliyê hêzên Amerîkayê ve, kêfxweşî kirin û bêzariya xwe ji rejîma terorîstî ve nîşan dan.