Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê Kurdistanê bi lidarxistina çalakiyên teblîxî pêşwazî ji Sermawezê dikin

12:53 - 25 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên  PDKÎ, bi boneya hatina Sermawezê, çalakiyên teblîxî lidar xistin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, xebatkarên Demokrat, di gund û bajarên Kurdistana Rojhilat de, çalakiyên teblîxî lidar xistin, û peymana emegnasiya xwe derheq rêbaza şehîdên Kurdistan û Partiya Demokrat de, nû kirin.

Xebatkarên Demokrat, li gundên girêdayî bajarê Bokanê yên wekî, “Albilax û Îngîce” tirakt û postêrên  taybet bi rêberên şehîd  yên Kurdistanê, belav kirin.

Hevdem ciwanên Demokrat, di derdora bajarê Bokanê, li mizgevta gundê “Kultepe” tirakt û postêr belav kirin.

Di pareke din a van çalakiyan de, endam û alîgirên Partiya Demokrat, di zanîngeha “Êlmî û karbordî” a bajarê Bokanê de, û li ser deriyê çûna jorê  ya vê zanîngehê, alaya Kurdistanê hildabûn, û diruşm nivîsîbûn.