
Krîza nesaxiya Koronayê û kêmbûna emraz û keresteyên pizîşkî û heta kêmbûna kepsola oksîjenê li çend bajar û nexweşxanên Kurdistanê, bûye sedema vê yekê ku di heyama nêzî mehekê de zêdetir ji hezar kesan canê xwe ji dest bidin.
Desthilatê kêmtirîn hewl bo pêşgirtin ji belavbûna wê nesaxiyê dane, heta di nexweşxanan de nekarîne kereste û amrazên hewce bo karmend û perestaran dabîn biken.
Bi sedema zêdebûna hejmara canjidestdanê, di hewleke paremayî de rejîma Îranê di roja 14ê Xezelwerê de ragehand ku dibe dukan û bazarên 400 bajarên Îran û Kurdistanê bêne daxistin.
Eva di halekê de ye ku di piraniya bajaran de ew biryare tenê bazarên sereke ji xwe girtiye û ew dukanên ku li ser şeqaman her valane.
Pêka zanyariyan di bajarê Merîwanê de piraniya tûşbûyan piştî demekê kurt ku sardana nexweşxaneyan kirine canê xwe ji dest dane û sedema vê yekê jî bikaranîna “oksîjena asayî” di odeya “ICU”ê nexwexaneyên wî bajarî de ye.