Piştî belavbûna vîrûsa Koronayê di Îran û nemaze Rojhilatê Kurdistanê de, xelkê Kurdistanê çavnhêrê hewlên rejîmê neman û bi xwe mijûlê paqijkirin û dije gemar kirina kolan û şeqaman bûn û bi awayên cuda jî mask çêkirin.
Xelkê bajarê Urmiyê dema ku mêze kirin berpirs û karbidestên rejîmê ti hewlekî nadin bo pêşîgirtina vîrûsa Koronayê û ti îmkanatê dabîn nakin, bi xwe dest bikar bûn û di gelek cihan de mask çêkirin û bi awayekî belaş di nav xelkê de belav kirin.
Di bajarê Seqizê de jî xelkê medenî kempênên pêşîgirtin ji belavbûna vîrûsa Koronayê ava kirin û bi hewleke baş û bi girûpên biçûk mask û dijegemar di nav xelkê de belav kirin ji bo pêşîgirtin ji wê vîrûsê.
Li bajarê Îlamê jî her bi wî awayî xelkê medenî bi xwe bo dije gemar kirina kolan û şeqaman hemû hewlê didin ku pêşî ji wê vîrûsê bigrin.
Rejîma Îranê heya niha ti hewlek ji bo pêşîgirtina wê nexweşiyê nedaye û tevî vê ku pêşî lê nagire, belkî bi awayên cuda kesên tûşbûyê koronayê bo Kurdistanê dişîne.