Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê Kurdistanê pêşewazî ji biryara Navenda Hevkarî a li derheq çalakiyên pêşmergane kir

17:19 - 22 Şibat 2020

Xelkê tekoşer ê Rojhilata Kurdistanê, pêşewazî ji biryara Navenda Hevkarî a Partiyên Kurdistana Îranê, li derheq çalakiyên Pêşmerge di Kurdistanê de, kêfxweşiyên xwe nîşan dan û ew biryare bi pêngavek girîng dane zanîn.

Navenda Hevkariyê, bi berçavgirtina rewşa deverê, biryar daye ku, bi hev re hevkariyê bikin û ji warê kiryar ve wan karên ku dikarin bikin, pilaneke hevpar rêk bixin, herwisa hêza pêşmergê Kurdistanê dibe bi hev re zêdetir hevaheng bin.

Di civîna Navenda Hevkariyê de, biryar hatiye dan ku, hemû Partiyên Navenda Hevkariyê, bi hev re ji aliyê çalakiya Pêşmerge ve di hundirê welat de çalakiyan bikin.

Wan 4 Partiyan li ser pirsa pêşmergeyan, di kombûna xwe de, çendîn xal xistine ber bas û bi encameke erênî gihîştin.

Ew kombûne, yekemîn kombûna Navenda Hevkarî a Partiyên Kurdistana Îranê ye, ku li warê çalakiyên pêşmerge ve kom bûne.

Roja Pêncşemî, 1`ê Reşemê, “Navenda Hevkarî a Partiyên Kurdistana Îranê”, li ser pirsa hevkarî û hevahengî ya pêşmergeyan, di binkeya PDKÎ de kombûnek bi rê ve birin, û endamên Navenda Hevkariyê ew kombûne, civîneke gelek girîng û erînî dane zanîn.