Nûnerê “Welî Feqîh” li parêzgeha Îlamê, “Ellahnûr Kerîmîtebar” gotiye: “Ez şahidê wê yekê bûm ku li meşa birêveçûna hilbijartinên rejîma Îranê, kirîn û firotina dengan dihate kirin, min piştî birêvebirina şêwraya dabinkirînê, bi Şêwraya Nigehban jî ragihand”.
Navbirî bas dike ku pêşniyara kirîna deng bi telebeyekî bajarê Îlamê dane û li wê derheqê de min belge hene.
Wî axundî belavkiriye ku digel berbijêrên nerazî li derheq çawatiya hilbijartinan ez dê kombûnê pêk bînim, navbirî gotiye: “Ew kursiyê ku bi pere bi dest ve bê, ti bawriyek bi wê nayê kirin”.
Wî axundê rejîmê basa wê yekê jî kiriye ku cihê mixabiniyê ye, bi cihê pesednkirinê, bikêrhatina berbijêrekî red dikin, lê çavedêrek wê mijarê pesend dike.
Hevdem li bajarê Kamiyaranê, berbijêran li derheq gendeliya li nav hilbijartinan de nerizayetiya xwe nîşan dane.
Binav berbijêran di binavhilbijartinên wî bajarî de, madên hişber bi tûşbûyên madên hişber dane û herwisa xwarin, kinc, zêr û çendîn tiştên dinê li nav dengderan de belav kirine.