
Xelkê parêzgeha “Çarmihal û Bextiyarî” û hejmarek ji parêzerên jîngehê li ser projeya tonela veguhastina neyasayî ya avê ji aliyê Spaha Pasdaran a terorîst ve xwenîşandaneke nerizayetiyê lidar xistin û gef li rejîma Îranê xwarin.
Roja Şemî 7ê Çirriya Paşîn, hejmarekî zêde ji xelkê parêzgeha “Çarmihal û Bextiyarî” û çalakvanên parastina jîngehê li hember veguhastina neyasayî ya ava wê parêzgehê bi rêya tonela av ya bi navê “Biheşt Abad” ji aliyê biryargeha “Xatem” a Spaha Pasdaran a terorîst ve bo behrebirinên pîşeyî li parêzgeha “Îsfehan”ê, bi rêkxistina zincîreya mirovî nerizayetiya xwe nîşan dan.
Tevî birêveçûna wê xwenîşandana nerizayetî li ser rêya vê tûnela veguhastina avê, xelkê û çalakvanên parastina jîngehê gef li rejîma Îranê xwarin û ragihandine: “Karekî wiha nekin ku em dest bi birnoyan bibin” ku bi wî awayî eşkere gef li rejîma Îranê xwarine.
Xwenîşanderan dane zanîn ku ev bernameya veguhastina avê, pilaneke berjewendîxwazane ya hin kesan e ku dê xisarên giran bi jîngeh û xelkê parêzgeha Çarmihal û Bextiyariyê bide.
Xelkê nerazî daxwaza rawestandina tewaw ya projeya wê tonela avê kirine ku tevî rawestanina yasayî ya wî karî, Spaha Pasdaran a terorîst tim li ser karê tewawkirina projeya wê tonela avê ye û karê xwe nerawestandiye.
Hekî av ji wê tonelê ve bê veguhastin, parêzgeha “Çarmihal û Bextiyarî” dê rastî pirsgirêka micid ya ava vexwarinê bibe.