Roja Şemî 30`ê Gulanê, xelkê şehreka Perwaz a bajarê Urmiyê yên xwediyê zevî ku nêzî 20 sal e rejîm cewaza avedaniyê nade wan û di vê derheqê de kombûnên nerizayetî lidar xistin.
xwediyê wan zeviyan yên şehreka “Perwaz”, nêzî 20 sal e çavnihêr in ku rejîm cewaza avadankirina xaniyan bide wan.
Eve di halekê de ye ku derdorên wê şehrekê hemû avedan bûye, tenê şehreka Perwaz e ku bi bê cewaza avedaniyê maye û nêzî 20 sal e ku xelkê wê şehrekê çavnihêrê cewaza avedaniyê ne.
Her di vê derheqê de xelkê wê şehrekê kombûnên nerizayetî lidar xistin û daxwaza ji parêzgarê wê parêzgehê kirin ku cewaza avedankirina zeviyên wan bidin.