
Xelkê Îranê û bi taybetî gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, dibe bona parastina xwe benda biryara te`itîlkirina îdare û dibistan û…hwd ji aliyê rejîmê ve nemînin û her bixwe hemû rêkên xwe parastinê ji tûşbûna koronayê berçav bigrin.
Di vê derheqê de, xelkê bajarê Mihabad, Seqiz, parek ji Kirmaşanê, Eywan, Îlam, û çend cihên dinê, dest avêtine bi girevgirtinê û dukan û bazar dayxistine û naçine ser kar.
Dema ku xelkê Îranê û bi taybetî Kurdistanê, mêze dikin ku rejîm bona parastina canê xelkê welat, xwe berpirsyar nizane û di xema jiyana xelkê de nîne, bi taybetî rejîm bi weşartina rasiya qasê berfirehî a belavbûna vîrûsa Koronayê di Îranê de, û rejîm amade nîne te`itîliyê rabigehîne ku tirajêdiyên ji wê mezintir nebe, xelk her bixwe dest avêtine bi girevgirtinê û naçine ser kar û cihên giştî.
Herwisa bona piştgîrî ji Mehabad, Seqiz, Kirmanşan û Îlamê, hewceye gelê me li kurdistanê xwe ji çûna bo hemû cihên giştî wekî, holên dawetan, merasimên serxweşiyan, dibistanan, zanîngehan, mizgevtan, sînemayan, civînan biparêzin û wan cihan dabixin.
Xortên Kurd her bixwe, hem girev girtin, û hem jî rênimayên xweparastinê berçav digrin û hem hewleke paqijkirinê li bajar û cihê jiyan xwe de dest pêkirine.