Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê zirarberketî yên devera Kutolê daxwaza alîkariyê ji xelkê Kurdistanê dikin

16:32 - 24 Şibat 2020

Bi sedema erdheja ku roja Yekşemî 4`ê Reşemhê li parêzgeha Urmiyê hat, xisareke zêde gihande welatiyên wê parêzgehê û nemaze xelkê devara kutol.

Devera Kutol û bajarê Xoyê di vê erdhejê de rastî gelek xisarên madî hatin û gelek avahiyên gundên derdora devera Kutol bi awayekî tewat herifîne, û herwisa berq, av û rêya çend gundeke ser be devera Kutol bi giştî hatine qutkirin.

Rejîma Îranê jî heya niha ti alîkariyeke wê deverê nekiriye.

Welatiyên zirarberketî yên devera Kutol û bajarê Xoyê hewcehî bi alîkariya hemû Kurdekê dilsoz û hevxem hene.

Îro rojê xelkê beşek ji dever û bajarên Rojhilatê Kurdistanê rastî zirarên madî û canî hatine, çavê wan benda alîkariya her Kurdekê ye, rejîma Îranê ti alîkariyek nede xelkê zirarberketiyan û welatiyên wan dever û bajaran hewcehî bi alîkariyê heye.

Perek ji xelkê devera kutol daxwaz ji welatiyên Kurdistanê kirine ku, bi her awayekî be alîkariya wan bikin.