Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkên bajarên Urmiye û Tewrêzê li derheq çikbûna gola Urmiyê xwenîşandan lidar xistin

12:43 - 17 Tîrmeh (Temûz) 2022

Li parêzgehên Urmiye û Tewrêzê li derheq çikbûna gola Urmiyê xelkê wan parêzgehan xwenîşand lidar xistin.

Roja Şemî 16ê Tîrmehê piştî bangeşeya ku ji aliyê “girûpên mafê mirov û rêkxistinên medenî yên li parêzgehên Azerî rûniştî yên Îranê yên weke Urmiye û Tewrêzê” li derheq çikbûna gola Urmiyê, xwenîşandan lidar xistin û rejîmê jî di wan parêzgehan de rewşek awarte pêk aniye.

Li ser bangeşeya rêkxistin û girûpên medenî li derheq mijara çikbûna gola Urmiyê, xelkê bajarên weke Urmiye, Tewrêz, Zencan û Erdebîlê, tevî hebûna rewşa awarte û ewlehî rijiyane li ser şemanan û li hember siyasetên çewit yên rejîma Îranê yên li derheq çikbûna gola Urmiyê silogan dan û nerazîbûna xwe anîn ziman.

Herwisa pêka raporên belavbûyî, hejmarek zêde ji çalakvanên medenî yên Azerî li bajarên “Urmiyê û Tewrêzê”, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hatine binçavkirin û heta dema belavbûna vê nûçeyê hejmara binçavkiriyan 16 kes hatiye ragihandin.

Rewşa gola Urmiyê di du dehkên derbasbûyî de roj li pey rojê xirabtir dibe û karbidestên rejîma Îranê bi hinceta zindîkirina wê golê bi miliyardan pere didizin û ti karek di vê derheqê de jî encam nedan e.

Pêka wêneyên mehwareyî û raportên karnasên jîngehnasî, asta ava gola Urmiyê di Tîrmeha îsal de bi dana berhev a digel Tîrmeha sala derbasbûyî, ji sedî 31 daketiye û niha ber bi çikbûna yekcarî ve diçe.