Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkên xêrxwaz ên bajarê Urmiyê alîkariya zirarberketiyên Belûçistanê dan

10:32 - 19 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: Xelkên xêrxwaz ên gundê Bala ya ser bi bajarê Urmiyê alîkariya xelkê zirarberketiyên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê lehiyê dan.

Xelkên xirxwaz ên gundê Bala ya ser bi bajarê Urmiyê, alîkariyek bo hevwelatiyên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê kom kirin.

Ev alîkariye ji aliyê xelkên xêrxwaz ên gundê Balayê ve hatibû komkirine û ev alîkariye gelek tiştên wekî, hewcehiyên xwarinê, kincên gerim, betenî û sedan tiştên din ji xwe digre ku bi nirxa 150 milyon tumen e.

Di heyama çend roj beriya niha de jî xelkê xêrxwaz ên Kirmaşanê jî alîkariya hevwelatiyên zirarberketiyên lehî yên parêzggeha Sîstan û Belûçistanê kiribûn.

Xelkên xêrxwaz ên Rojhilatê Kurdistanê hertimî di bûyerên wiha de amadebûne û alîkariya hevwelatiyên zirarberketî kirine.

Bi sedema rabûna lehiyê di parêzgeha Sîstan û Belûçistanê de, heya niha ev parêzgehe nêzî 700 milyard tumen xisar gihayê.

Rejîmê heya niha alîkariyek wisa nedaye wî parêzgehê, û berpirsên rejîmê ên wekî Hesen Rûhanî jî, serdana wî parêzgehê dikin û wekî hertimî qewil û sozên direw didine xelkên zirarberketî.