
Rêyên devera Mirgewer a girêdayî bi Bajarê Urmiyê li bakûrê Rojhilatê Kurdistanê di rewşek xirab de ne û ev yek bûye sedem ku welatî rastî astengî û pirisgirêkan bibin.
Heyamek zêde ye ku rêyên gundên devera Mirgewer a girêdayî bi bajarê “Urmiyê” di rewşek nebaş de ne û bo hatûçûna welatiyan bi taybet di dema barîna befir û baranê de pirsgirêkên micid afirandine.
rewşa rê û kolanên çendîn gunden deverê wekî gundê “Dizê, Keçele, Mîrava, Zêwe”yê piştî barîna baranê ku avekê zêde komdibin û bo hatûçûna welatiyan bûne pirsgirêkek micid.
Herwisa eva jî gundê “Zêwe”yê ku averoya “Urdugeha” penaberan li qeraxa rêyan kom dibe û bêhnek xirab heye û bo ser tenduristiya welatiyan jî bûye gef.
Rewşa rê û kolanên hemû gundên wê deverê gelek xirabin û hatûçûn bi dijwarî di nava wan gundan de têne kirin.
Tenê pirsgirêka rêyan nîne belkî di deverekê de ku heşîmeta wê ji 40 hezar kesan zêdetire tenê yek dermanxane heye ku bersivderê xelkê nîne û welatî neçar in ku bo dabînkirina dermanan xwe 45 kîlomêtran dûrtir di bajarê “Urmiyê” de hewcehiyên xwe dabîn bikin.
xelkê deverê dibêjin ku navendên pêwendîdar bi tevahî ji rewşê agehdar in û pirsgirêkan dibînîn lê heta niha ti pêngaveh bo çareserina wan hilnegirtine.
Devera Mirgewer li bakûrê Rojhilatê Kurdistanê bi sedema hebûna cihên geştiyarî û seyrangehên wekî, Çiyayê Bozê Sîna, solava Sûleduke, Gera Mame şêx, daristanên wekî rêlê bawa û Xuraspê û… dikare navendek geştiyarî û çavkaniyek bo dahata deverê be, lê mixabin roj bi roj dibe qurbaniyê siyasetên gemar ên rejîma Îranê.