
Bi sedema xirabiya cor û kalîteya xwarinê, di piraniya cihên parêzgeha Urmiyê de, zarok û bi taybetî derxwan gelek pê ber xwe kevtine û leşê wan lawaz bûye û di warê cesteyî de bêhêz dibin.
Birêveberê Deftera Tendirustî û Wezareta Perwerde û Hînkariyê ragihand: “6 heya %7 dersxwanên di parêzgeha Urmiyê de bi sedema xirabî yan kêmbûna xwarinê, gelek ber xwe kevtine û di cestê xwe de lawaz bûne, ku di nava wan de jî piranî keç in”.
Mihemed Beygî Birêveberê Deftera Tendirustî û Wezareta Perwerde û Hînkarî yê rejîmê got: “Kêmiya xwarinê û bê kalîteya corên xwarinê, bûye sedem ku leşê zarokan geşe neke, em niha dibînin ku xirabiya xwarinê bûye sedem ku zarok hem bilind nebin û hem qelev nebin û leş û cesteyekî lawaz û bê reng hebin.
Eva jî dide xuya ku nekarîna dabînkirina xwarinên baş ji aliyê malbatan ve, dê bibe sedemê pirsgirêkên micid bo ser tendirustiya zarokan.