
Rejîma Îranê tim hewl daye ku amarên xisar bi daristanên Rojhilatê Kurdistanê kêmtir bide xuya û pêka amarên ku “Encumena Sewza Çiya”yê Merîwanê belav kiriye ew xisar gelek zêdetir in.
Ji destpêka îsal ve heta niha 258 agirpêketin bi tenê li daristanên “Merîwan û Serv Abad”ê de qewimîne û pêka datayan, bi tenê di 12 agirpêketinan de 2 hezar û 665 hiktar daristan şewitîne lê di ragihandinên rejîmê de amarên çewt hatine belavkirin û gotine ku di parêzgeha Sinê de 149 agirpêketin hebûne û 2 hezar hiktar daristan şewitîne.
Amarên ku Encumena Sewz a Çiya belav kirine pêka datayên mahwareyî ne û amara 12 agirpêketin li parêzgeha Sinê wiha ne:
“Qarawa 65 hiktar, Çawik 34 hiktar, Pişta Padiganê 26 hiktar,Gomareleng û Reşedê 270 hiktar, Dereweran 690 hiktar, Dolebî 640 hiktar, Paygaha Derî 140 hiktar, Kolît 95 hiktar, Dûweyse 35 hiktar, Hencîran û Qamîşle 230 hiktar, Zowêran 155 hiktar, Merane 285 hiktar” daristan şewitîne ku gelempara wan 2 hezar û 655 hiktar e”.
Cudatiya wan amaran dide xuya ku rejîma Îranê hewlê dide trajêdiya şewitandina daristanên Rojhilatê Kurdistanê kêmrengtir bide xuya û bi awayekî rola xwe di şewitandina wan daristanan de perdepoş bike.