Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xusro Kurdpûr bo girtîgeha navendî a Tewrêzê hat veguhastin

15:03 - 20 Adar 2014

Kurdistanemdia: Li destpêka hatina sala nû a Kurdî û cejna newrozê, Xusro Kurdpûr bo zîndana navendî a bajarê Tewrêzê hat veguhastin.

Li gor nûçeya gehiştî malpera Kurdistanmedia, Xusro Kurpûr rojnamevanê destbiserkirî û çalakvanê mafê mirov, roja Çarşemî 19’ê Adar a 2014’an, ji aliyê hêzên Ewlekar ên rejîma Îslamî ya Îranê ve bi hiceta cî bi cî kirina hukmê wî bo girtîgeha nevendî a bajarê Tewrêzê hat veguhastin.

Rojnamevanê han yê Kurd ku pêştir rêveberê ajansa nûçegihaniya Mukriyanê bû, bê hayîdarkirina malbata wî bo zîndana Tewrêzê hatiye veguhastin û îzna komkirina kelupelên şexsî di dema veguhsatinê de nedaniyê.

Xusro di demekê de bo girtîgeha navendî a Tewrêzê veguhastin ku ji aliyê berpirsên zîndanê ve bi wî hatibû ragihand ku xwe bo dadgehê amade bike.

Xusro û Mesud Kurdpûr di Adar a sala 2014’an de, ji aliyê hêzên Ewlehî ên rejîma Îslamî ya Îranê ve hatin girtin.