Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwendekarên besîc yên rejîmê, bêrêziyê li kultûr û kincên Kurdî dikin

14:25 - 25 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Berpirsê xwendekarên besîc yê zanîngeha Kurdistanê, bêrêzî li kultûra Kurdî kiriye.

Seyid Înayet Cûybar, Berpirsê xwendekarên besîc yê zanîngeha Kurdistanê li bajarê Sine, bêrêzî bi kincê xwendekarên Kurd ên wê zanîngehê kir.

Navbirî bi piştgirêdana bi hêzên îtila`ata rejîmê, gef ji xwendekarên Kurd xwar ku, nabe bi kincên Kurdî bên nav zanîngehê, çimkû ew kinc teybet bi Partiyên Kurdî ne.

wî berpirsê besîc ê xwendekar, daxwaz ji îtila`at û hêzên tepesekar ên rejîmê kir ku, her xwendekarek Kurd bi kincên Kurdî bên nav zanîngehê, desteser bikin.

Herwisa parek ji daxûyaniya wan ku li dijî kultûra Kurdî hatiye belav kirin, neteweyê Kurd wekî qewim bi nav kiriye ku pareke gellek kêm li kultûra Îranê ne û tekez li ser wê yekê kiriye ku dibe hemû çalakiyek li derheq xizmet bi zimanê Farsî û neteweya Fars be.

Ew daxûyanî û reftarên dijî Kurd yê wî berpirsê besîc ê xwendekar yê zanîngeha Kurdistanê, kebvebûn û nerazîbûna xwendekarên Kurd li pey xwe hebûye.