Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwendingehekî nivîşkan li Abadanê bûye cihê ragirtina giya û debara welatiyan

20:35 - 12 Çirriya pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Qutabxaneyekî şevane rojî li bexşa “Mûrmûrî”a bajarê Adabanê li parêzgeha Îlamê, seba dabîn nekirina mûçe bi nivîşkan maye û bûye cihê ragirtina giya û debara hevwelatiyan.
Pirojeya çêkirina xwendingeha han li sala 2007 wate 6 sal berî niha ve, dest pêkiriye û îsal jî weke salên din ên derbas bûyî bi nivîşkanî maye û bûye cihê hembarkirina ka û giyayên akinciyên vê deverê.
Bexşdarê “Mûrmûrî” bi nûçegihaniya “Îsna” da zanîn: Ew pirojeye sala 2007’an bi dabînkirina pitir ji yek milyard Tûmen dest pêkir û a niha seba dabîn nekirina vê bûdcê bi nivîşkanî maye.
Du xwendingehên nawendî di vî bajarî de heye ku bînava van cihê îtimadê nine û bi erd hejekê dê xirabibin.
Perwerde û hînkirin û her wusa jiayan û tendurustiya dersxwanan li xwendingehan, di parêzgehên Kurdistana Îranê de bûye qurbaniya destê xemsariya berpirsan û rêveberên rejîma Îslamiya Îranê û salane seba ew xemsariyane çendin dersxwan di qutabxanan de dibine qurbanî.