Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandan di Xûzistanê de berdewam e/ Fermandê Spaha Pasdaran li Xûzistanê gefan li xwenîşanderan dixwe

13:02 - 18 Tîrmeh (Temûz) 2021

Bo sêhemîn şev e ku xelkê nerazî yên Xûzistanê di piraniya bajaran de hatine ser şeqaman û li dijî bê avî û gendeliya berpirsên rejîmê xwenîşandan kirin.

Xelkê nerazî di bajarên wekî Ehwaz, Şûş, Howêyzê, Sûsenger, Mahşehr, Şadigan û Ebdalxan ên ser bi parêzgeha Xûzistanê de hatine ser şeqaman.

Xelkê tênî yên bajarê Sûsengerê êrîşê ser avahiya nûnerê bajar kirin û li ber deriyê avahiya “Qasim Saidî” kom bûn û hêzên rejîmê ew dane ber gulleyan û di dawiyê de wêneyên berbijêran dirandin.

Hêzên rejîmê li bajarê Şawûriyê xelkê nerazî didine ber gulleyan. Her piştî wê gullebaranê, xelkê nerazî maşînek besîcan şewitandin.

Rejîmê ji Lursitanê ve bo serkutkirina xelkê hêzên leşkerî bo Xûzistanê şandiye.

Xelkê nerazî duh şew li ser rêya Ehwaz – Endîmişk teker hil kirin û rêya wê derê qut kirin.

Heta niha di wê xwenîşandanê de sê kes bi gulleyên rasterast ên hêzên rejîmê hatine kuştin.

Şewa Înê “Mistefa Ne`îmî” temen 30 salî di xwenîşandana bajarê Şadiganê de hate kuştin û nûciwanek deh sale jî hate birîndarkirin.

“Qasim Hemîd Bazim El-nasirî” ê temen 23 sal duh şew ji aliyê hêzên rejîmê li şehreka “Kut Ebdullah” hate kuştin.

“Elî Mezre`e”, ev jî yek ji xwenîşanderê din ê Xûzistanê ye ku şewa din li devera “Koyê Zêwiye” bi gulleyên hêzên rejîmê hate kuştin.

Rojnameya Hemdilî ya ser bi rejîma Îranê di hejmara roja 27`ê Pûşperê de nivîsiye: “Umîd Sebrîpûr Serperestê Fermandariya Şadignê daye zanîn kesek ji xwenîşanderên bê aviyê hatiye kuştin.”

Wê rojanemyê bi zarê “Umîd Sebrîpûr” nivîsiye: “Di meşa wê xwenîşandanê de, kesên derfetçî û fitneçî xelkê nerazî û hêzên ewlehî dane ber gulleyan, ku gulleyek ji ciwanekî 30 salî kevtibû û canê xwe ji dest da.”

Her wê rojanmeyê nivîsiye: “Serdar Şahwarpûr, Fermandê Spaha Welî`esra Xûzistanê di civîna Şêwreya Hevahengî ya Birêveberê Krîzên Xûzistanê ku roja Înê bi rê ve çûbû, gotibû, arîşeya me ya îro rojê di Xûzistanê de pêwendîdar û girêdayî bi xelkekê ye ku çavnihêr in çandiniyê bikin û nanê xwe yê şewê bi werzêriyê ku ti mifahek nîne derbinin.”

Wî di berdewamiyê de gotiye: “Rewşa heyî ya bê avî di Xûzistanê de ber bi krîzeke civakî ve diçe, hekî bi ciwanî neyê birêvebirin û em dirust hereket nekin, teb`en dê mîna krîzên salên 96 û 98`ê bibe.”

Axavtinên wî terorîstî bi rindî nîşan dide ku dixwazin wê xwenîşandanê bi awayekî tund serkut bikin.

Xelkê Xûzistanê bi sedema hişkirina rûbar û golên wan ên avî, jinavçûna çandiniya wan bi sedema bê aviyê hatine ser şeqaman û xwenîşandan dikin.

Lê hêzên rejîmê bi gulleyên rasterast û gazên rûndikirêj bersiva daxwazkariyên wan didin.