Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandan li bajarên “Berlîn” û “Hamborg”ê li Almaniya û bajarê “Gotenberg” di Swêdê de bi rê ve çûn

13:05 - 19 Hezîran 2021

Roja Înê, 18ê Hezîranê, hevdem digel destpêkirina şanoya hilbijartinên Serkomar û Şêwreyên gund û bajar di Îranê de, part û saziyên siyasî yên Kurdistanê û Îranê jî li derveyê welat piştevanî ji baykotkirina giştî ya hilbijartinan kirin û xwenîşandan kirin.

Di Berlîna paytexta Almaniyê de, xwenîşandanek ji aliyê Komîteya PDKÎ ya li Berlînê û Navenda Penaberên Îranê li Berlînê bi rê ve çû û li dijî siyaseta dijî mirovahî û serkutker a Komara Îslamî nerizayetiyên xwe nîşan dan.

Her di vê rojê de li ber deriyê balyozxaneya Komara Îslamî li bajarê Hamborgê jî, Komîteya PDKÎ ya Hamborgê digel hejmarek ji çalakvanên siyasî û medenî yên Îranî û Navenda Xebatkarên Rêya Azadiya Îranê (Telaşgeranê rah azadiyê Îran), xwenîşandaneke berfireh a bi 100an kesan rêkxistin û bi sitrandina sirûda netewî ya “Ey Reqîb” û çendîn sirûdên din bi zimanên Farsî û Kurdî û bi pêşkêşkirina gotar û daxuyaniyan, piştevanî ji baykotkirina şanoya hilbijartinan ji aliyê gelê Kurd û netewên din ên Îranê ve kirin û kiryarên bi fitne û terorîstiyên Komara Îslamî şermezar kirin û daxwaza herîfîn û jinavçûna wê rejîma totalîtere kirin.

Di wê xwenîşandanê de, Berpirsê Rêkxistina PDKÎ ya Herêma Ewropayê, “Şehriyar Neqşbendî” gotarek pêşkêşê beşdarbûyan kir û bi hûrî bas ji çawatiya birêveçûna şanoya hilbijartinê ji aliyê rejîmê ve kir.

Herwisa li bajarê “Gotenborg” ê welatê Swêdê, Komîteya PDKÎ li ber deriyê balyozxaneya rejîma Îranê kombûna nerizayetiyê lidar xist û piştevanî ji baykotkirina şanoya hilbijartinan ji aliyê gelê Kurd û netewên din ên Îranê ve kirin.

Cihê îşarepêkirinê ye ku tevî baykotkirina seranserî ya şanoya hilbijartinan li hundirê Îranê, li derveyî Îranê jî navendên dengdanê vala bûn.