Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandan û nerizayetiya xwendikaran li piraniya bajarên Îranê de destpêkir

13:31 - 6 Gulan 2021

Xwendikaran li çendîn bajarên Îranê de li derheq awayê taqîkirnên xwe de nerizayetî danê xuya kirin û digel êrîş û tepeseriya hêzên rejîmê hember bûn.

Roja Çwarşemiyê 5ê Gulana 2021 an, xwendikaran bi nîşana nerizayetî li derheq awayê taqîkirinan de xwenîşandan bi rê ve birin û di zaf bajaran, hêzên rejîmê bi armanca pêşî girtin ji berfirehtir bûna xwenîşandanan, êrîş kirne ser xwendikaran û bi lêdan û kutan û bikar anîna gaza rondikîner cehd kirin ku girseya nerizayetiyan jev belav bikin.

Ew bajarên ku xwenîşandana xwendikaran tê de bi rê ve çun ewin: Yezd, Fûlad şehr, Qezwîn, Tehran, Çwar mihal û bextiyarî, Simnan, Şîraz, Zencan, Şehrê Kurd, Kerec , Tewrêz Meraxe û gelek cihên dinê.

Xwendikar ji wê hindê nerazîne ku rejîmê ragihandiye di wê rewşa xirabe belavbûna Vîrûsa Korona yê de dibe biçin û bi awayê hizûrî û hemî bal hev Îmtihanan bidin.

Xwendikaran di xwenîşandanan de û li hember êrîş û tepeseriya hêzên rejîmê de, dirûşm didan: Netirsin em hemî gel hevin, Biryara taqîkirinan dibe bête hilweşandin, Tenê agir bersiva tepeserkarane.