Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandana hêminane a Jinên Merîwanê li dijî Hûkmê Dadgehê,ji aliyê hêzên ewlekariyê bi şer û pevçûnan kêşa

15:38 - 17 Nîsan 2013

Kurdistanmedia: Hejimarek berçav ji Jinên Bajarê Merîwanê li dijî biryara bêrêzî kirina dadgeha bajarê Merîwanê û nawendên din yên rejîmê li dijî jinan, bi xwenîşandanê nerazîbûna xwe nîşan dan.

Li gor nûçeya gihîştî bi malpera kurdistanmedia, roja Sêşem berwar 16’ê nîsanê hejimarek ji Jinên bajarê Merîwanê bi kincên rengê Sûr hatine ser kolanan û bi nivîsîna pilakard berevanî ji mafên xwe û herweha biryara dadgeha rejîmê şermzar kirin.
Bi gotina şahidekê hêzên rejîma Îranê bi armanca tepeser kirina xwenîşandanê bi alavên dijî şoreş êrişî ser jinên Merîwanê kirin û bêrêzî bi wan kirin.
nerazîbûna han li demekê deye ku roja 15’ê insane welatiyek binavê “Tofîq Dabaşî” temen 25 salî û xelkê merîwanê ji aliyê hêzên rejîma Îranê bi kincên Jinan dinava bajêr de hatiye gerandin.
Çalakvanên jinên Merîwanê li ser vê baweriyêne ku ew karê nawendên rejîmê bi armanca bêrêzî kirin bi Jinan hatiye encam dan.
Nîgar: ji malpera Jinên Merîwanê hatiye wergirtin.