Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandana kedkarên “Sinayîa Fûlad” li ber deriyê ostandariya Sine

16:52 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2013

Kurdistanmedia: Kedkarên li ser kar hatinî derkirin li fabrîka senayîa Fûlad a bajarê Sine li ber deriyê ostandariya vî bajarî kom bûn.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, roja pêçnşemî 11’ê Tîrmaha 2013’an, li kolana ostandarî û li ber deriyê ostandariya bajarê sine, hejmarek kedkarên ku li ser kar hatinî derkirin li fabrîka senayîa Fûlad, daxwaza mafê xwe kirin.
Hêzên ewlehiyên rejîma Îranê bona serlidana her cire naraziyek derdûra ostandiyê ewlehî kiribûn.
Ji aliyek din ve 235 kedkarên li ser kar hatinî derkirin li fabrîka “qalkirina asin”a zagros li bajarê Qurwe ku hinek ji wan pîşeya kariya wan pitir ji 20 salan hebûn bi nîşana narizayetî bi karkirina wan cîvîna îtirazat birêve birin.
Serbarê evê ku ev kedkarane bêkar bûne mûça 4 meha xwe wernegirtine.