Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandana reşpêstên Amerîka li ser Kuştina Reşekê ji aliyê Polîsê wî welatî ve

13:38 - 1 Hezîran 2020

Hefteya derbasbûyî Polîsê Amerîka lawekî Reşpêst bi lêdan û kutanê kuştin, piştî hingê xwenîşandan û nerizayetiyekî berfireh ji aliyê reşpêstên wî welatî, bona xwedî derkevtin ji wî kesê hatî kuştin û şermezarkirina kuştina wî reşpêstî, dest pêkir.

Reşpêstan di dijkiryarekê de û bona nîşandana astê nerizayetiya xwe di çendîn bajaran de êrîş kirne ser dem û dezgeh û îdarên hikumetî û şevitandin.

Herwisa xelkê xwenîşander bi nîşana nerizayetiyê  ber derê koşka sipî kom bûn.

Ev xwenîşandan niha pêl havêtiye piraniya pajar û eyaletên Amerîka.

Di Amerîka de xelk hankî li ber kuştina Lawekê bi wî awayî nerizayetiyê didne xûyakirin û kerb û kîna xwe bi dijî hikûmetê dirêjin, kesê cur`eta piştîvanî ji karê polîs çinîne , kesê negot xwenîşander bîhanîne, kesê negot ewane fitneçî û kirêgirtiyên bîhaniyane, herwisa di demekê de ku xwenîşandera agir berdane çendîn bajaran, sedan Maşînên Polîsan hatine şevtandin, heya niha polîs gullê kuştinê nehavêtine xwenîşanderan û kes negirtine û nekuştine.

Li derheq xwenîşandana Amerîka, rejîma Îranê berdewam di dezgehên ragehandinê ye xwe de pirûpagendê dike û basê tepeseriya dengê azadîxwaziya xwenîşanderên Amerîka dike, ewa jî di demekê de ye ku Payîza derbas bûyî hemî duna şahid bû ku rejîma Îranê çawan xwenîşandana hêminane ya xelkê Îranê bi awayekî herî hovane tepeser kir, û hezaran kes girtin û kuştin û birînar kirin.