Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandanek bi dijî rejîma Îranê li dijî li dardekirina ciwanên Kurd, li Waşîngtonê birêve çû

14:53 - 13 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Di vê xwenîşandanê de bi gotina derûşm bi dijî rejîma Îranê li darvekirina lawên Kurd protesto kirin.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, roja Sêşemî 12’ê Çiriya Paşîn a 2013’an, li ser daxwaza 20 saziyên siyasî, medenî, Kurdistanî û Îranî xwenîşandaneke narzayetî dijî rejîma Îslamî ya Îranê, li ber deriyê wezareta karubarê dereve ya Amrîkayê hat lidarxistin.
Xwenîşandana han bi armanca mehkûm kirina siyaseta li darvekirina wan dawiyane yên girtiyên siyasî li Îranê û bo protesto kirina siyasetên rejîma Îslamî ya Îranê hatibû rêxistin.
Xwenîşanderan bi gotena derûşmên cûr ba cûr û bilndkirina pilakard û wênegirtinên siyasî, piştîwaniya xwe li girtiyên siyasî du qatkirin û bi xwîndina gotar û derûşmdan, pîşgîrî û hevderdiya xwe li gel malbatên girtiyên siyasî derbirîn.
Paş xwîndina çend gotarek û peyama aliyan, biryarnama xwenîşanderan hat xwandin ku têde daxwaz ji wezareta derveyî Amrîka û saziyên mafê mirov kiribûn ku givaş bixne ser Tehranê bo ewê dawî bi siyaseta bidarvekirin û kuştin dijî xortên netewên din yê Îranê bînît û devdem kiriyarên rejîma Îslamî protesto bike.